Ein Mann sitzt auf einer Steintreppe im Freien. Er hat den Kopf nach unten gesenkt und wirkt betrübt. © Goethe-Institut
Daîreya federal ya serbixwe li hemberî cûdakariyê (ADS) daîreyek almanî ye. Ew alîkarî dide kesên ku hekaret dîtine, dema bicîh anîna mafê wan li hemberî cûdakariyê. Ev hekaret dibe ku nijadperestî be yan jî ji ber nasnameya we, ji ber cins, ji ber dîn yan ji felsefeya we, ji ber astengiyek yan jî ji ber temenê we yan jî nasnameya we ya cinsî.

ADS ji we re îmkanên hiqûqî li gor rêzename û qanûnan nîşan dide yên di çerçeva ji bo parastina li hemberî hekaretan û ji we re navbênkari dike ji bo şêwirmendî û daîreyên din

Cûdakarî ji ber nijadperestî û ji ber koka nasnameya we gelek caran rolek taybet dileyîze. Parastina Qanûna Giştî ji bo Tevgera Wekhevî ji bo her mirovî derbas dibe, bêyî ku girêdayî statuya rûniştvaniya we be, ango ji bo penaberan û nûhatiyan. Bi taybetî beşên wek kar, xanî û xizmetan di bin vê qanûnê de ne.

Tecrûbeyên cûdakariyê de dema serîlêdana vîzeyê

VisaWie? Tevger û komek ji gelek saziyan pêk tê, yên ku agahdariyan derbareyê vîzê dide mirovan. Ew ji bo dayîna vîze bi awayek vekirî û edlî kar dikin û agahdariyên zêde didin, blogê internetê ava dikin û alîkariyê didin.